Balafirên dewleta dagirker gundê Ewlehe yê Heftenînê bobebaran kir

Balefirên şer ên artêşa Tirk deverên herêma Heftenîn û Zaxoyê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.

Îro piştî nîvro balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker gundê Ewlehe yê li Heftenînê bombebaran kirin.

Di derbarê encamên bombebaranê de ti agahî nehat bidestxistin.

Duh şev jî balafirên şer ên dewleta dagirker çiyayê bajarokê Batûfa yê bi ser Zaxoyê bombebaran kir.

Di encamê de, agir bi bax û baxçeyên welatiyan ket û ziyanek mezin gihîşt jîngehê.

Li aliyê din jî ji ber topbarana artêşa Tirk li herêma Çiyayê Cûdiyê agir bi daristanê ket.

Leşkerên Tirk beriya çend rojan jî li herêma Çiyayê Cûdî şewat derxistibûn û bi hezaran dar şewitandin.

Çar roj berê li daristanên çiyayê Gabarê jî şewat hatibû derxistin, lê şewat ji aliyê gundiyan ve hatibû vemirandin.

Back to top button