Çeteyan li navçeya Cindirêsê sê şêniyên temen mezin revandin

Li Efrîna dagirkirî, kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê yên hovane li dijî şêniyan didomin.
Çeteyan li navçeyên Cindirêsê û Raco 4 sivîl revand.

Rojane şêniyên Efrînê rastî kiryarên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên hovane tên.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku 8’ê Tabaxê, çeteyan sê şêniyên temen mezin yên ji gundê Şadirê yê Cindirêsê revandin.

Li gorî çalakvanên Efrînê jî, navên kesên ku hatine revandin wiha ne:

Mihemed Elo Birîmo (70)

Hevjîna wî Fikret (60)

Reşîd Mihemed Sîdo (65)

Çeteyan li navçeya Raco sivîlekî 43 salî revand

6’ê Tabaxê jî, çeteyên dewleta Tirk bi ser navenda navçeya Raco girt.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê destnîşan kir ku çeteyan şêniyê bi navê Riyad Hesen Hemo(43) yê ji gundê Kom Reşê revand.

Navenda belgekirina binpêkirinan li bakur Sûrî jî, ji destpêka meha Tabaxê navên 8 kesên ku çateyan renvandine, belge kiriye.

Dewleta Tirk di dibistanan de zarokan fêrî nijadperestiyê dike

Li aliyek din, Malpera Afrinpost eşkere kir ku dewleta Tirk di dibistanên Efrînê de zarokan fêrî hişmendiya tundrew û nijadperest dike.

Di vê derbarê de jî, istixbarata dewleta Tirk a dagirker li şûna navenda Mala Êzdiyan a li bajarê Efrînê dibistaneke olî ava dike.

Her weha ji bo belavkirina fikrên tundrew gelek dibistanan li Efrîn û navçeya wê ava kiriye.

Back to top button