Li Amerîka ji ber bahoza berfê 65 kes mirin

Sermaya zivistanê Amerîka ji hev xistiye.
Heta niha bahoza berfê ya bibandor bûye sedema mirina bêtirî 65 kesî.

Ev spibûn parzemîna Amerîka ditirsîne.

Bahoza berfê ya Amerîka dayî ber xwe, heta niha li pey xwe wêraniyek mezin hiştiye.

Li gelek herêman jiyan daye rawestandin.

Li gor nûçeyên di çapemeniya Amerîkayê de hatine belavkirin, jimara kesên ji ber pêla sermayê jiyana xwe ji dest dane derket 65’an.

Jivan tenê 34 kes li eyaleta New Yorkê ne.

Li herêmên vê eyaletê, rewşek aloz heye.

Rêveberiyên bajar jî ji ber rewşa heyî navhev ketin.

Şaredarê bajarê Buffalo ya eyaleta New York Byron Brown got;

Bahoza “ji her tiştê ku bajar di 50 salan de dîtiye xirabtir e.”

Berpirsê wîlayeta Erie Mark Poloncarz bi bîr xist ku qedexeya ajotinê ji doh ve di meryetê de ye.

Ji ber pir kesan qedexe binpê kirine, Parastina Neteweyî hat wezîfedarkirin.

Poloncarz got,

“Ekîb dixebitin ku rêyên ku hatine girtin vekin.

Gel guh nade qedexeya ajotinê.

Ji ber vê yekê ez nizanim çi bêjim.

Ez ji we lava dikim, li malê bimînin.”

Polîsê Buffalo Joseph Gramaglia diyar kir ku piştî bûyerên talanê yên li bajêr gelek kes hatine binçavkirin.

Back to top button