TJA: Mafê mirovan wê were bi dest xistin

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi wesîleya Hefteya Mafên Mirovan daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku tundiya li dijî jinê di asta herî bilind de ji aliyê dadgeriya dewlet-mêr ve tê rewakirin.

TJA’ê di daxuyaniyê de got:

Her dema ku şert û mercên faşîzmê derdikevin holê, mafên mirovan têne betalkirin.

Di serî de li dijî gelê kurd binpêkirinê herî giran li wan tê ferzkirin.

Ev 23 salin li Girava Îmraliyê tecrîda giran li dijî Rêber APO tê ferzkirin, ev jî nîşaneya ‘îstîs-nabûna’ mafên mirovan e.

Berjewendiyên dewletan di ser mafên mirovan re têne dîtin.

Her wiha perwerdeya bi zimanê dayikê, mafê jiyanê, çanda Kurd ku ji mafên herî bingehîn ên mirovan e, têne astengkirin.

siyasetmedar û aktîvîstên kurd tên girtin û cezayên giran li wan têne birîn.

TJA’yê diyar kir ku tundiya li dijî jinê di asta herî bilind de ji aliyê dadgeriya dewlet-mêr ve tê rewakirin û got,:

Kuştina jinê, destdirêjî, tundiya li zarokan bi destê dadgeriyê tê parastin.

Em Roja Mafên Mirovan a Cîhanê li jin û zarokan pîroz dikin.

Back to top button