Rêxistinên Civaka Sivîl ên Reqayê bi daxuyaniyekê, xwestin qada ezmanî ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê girtin.
Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Yekitiya Mamosteyan a Reqayê Ebdulfetah El Hemadî ve hat xwendin.
El Hemadî destnîşan kir ku gelên herêmê xwedî li projeya neteweya demokratîk derketin, ji lew re dibin hedefa êrişên dewleta Tirk û got:
“Ev proje mafên tevahî gel misoger dike, demokrasiyê pêk tîne û dikare aloziya Sûriyê çareser bike.
Ji ber êrişan jiyana bi milyonan şênî û koçberên li herêmê di xeteriyê de ye.”
El Hemadî bang li pêkhateyên herêmê, gelên cîhanê û saziyên siyasî, civakî û hiqûqî kir ku piştgiriyê bidin hemleya ferzkirina qedexeya qada ezmanî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.