ŞEHÎD ROJHAT HEMDÛŞ LI ŞEHBAYÊ JI ALIYÊ SEDAN VE HATE OXIRKIRIN

Ji bo oxirkirina cenazeyê şehîd Rojhat Hemdûş bi sedan şêniyên Efrîn û Şehbayê li goristana Şehîdan a navçeya Ehresê kom bûn.

Li goristanê li ser navê Meclisa Malbatên şehîdan û Rêveberiya xweser axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina xeta şehîdan heta pêkanîna xeyalên wan dan.

Di merasîmê de Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya gerîlayê HPG’ê Kamîran Osman bi nasnav Hawar ku 1998 li herêma Gar ya Bakurê Kurdistanê şehîd bibû, eşkere kir.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd Rojhat Hemdûş di nava slogan û tililiyên dayikan de hate oxirkirin.

Leave a Reply

Back to top button