Lehiya li Fîlîpînê herî kêm 28 kesan jiyana xwe ji dest da

Bahoza Megî ya tropîkal Fîlîpîn ji hev xist.
Ji ber bahozê lehî rabû û erd şemitî.
Di encamê de, herî kêm 28 kes mirin.

Li gorî rayedarên herêmî li eyaleta Leyteyê herî kêm 22 kes ji ber şemitîna erdê jiyana xwe ji dest dane û 27 kes jî winda bûne.

Li gorî Saziya Rêveberiya Bobeletan li eyaleta Negrosa Rojhilat 3 kes û li girava Mîndanaoyê jî 3 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Di heman demê de 17 hezar kes jî neçar man malên xwe biterikînin.

Beriya niha bi qasî çar mehan, tayfûna Raî li welat dabû û herî kêm 400 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Di sala 2013’an de jî ji ber tayfûna Haîyanê 7,300 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û winda bûbûn.

Back to top button