Şehîd Zîn Sekvan bi merasîmeke girseyî li Kobanê hate oxirkirin

Cenazeyê Şervana Hêzên Rizgariya Efrînê Zîn Sekvan (Roşîn Elî) ku di 18’ê Tebaxê de rastî êrîşeke dewleta Tirk a dagirker hat û di encamê de şehîd bû, li Herêma Firatê bi merasîmeke girseyî hate oxirkirin.

Îro bi sedan şênî, endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê li Goristana Şehîd Dîcle ya başûrê Kobanê kom bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.

Di merasîmê de Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Eyşe Efendî axivî û got:

Şehîd Zîn ji bo rizgariya Efrînê berxwedanek mezin raber kiriye.

Em ê bibin şopdarê Rêbertî û şehîdên xwe, azadiyê pêk bînin.

Piştre Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê Xedîce Îbo jî wiha axivî:

Duh Arîn îro jî Zîn canê xwe ji bo vê axê feda kirin.

Em sersaxî ji bo tevahî gelê Kurdistanê dixwazin.

Xwişka şehîd Zîn Yesmîn Elî jî soza şopandina rêya şehîdan da

Piştre wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbata wê hate kirin.

Herî dawî Şehîd Zîn Sekvan hate veşartin.

HRE: Hevala Zîn ji bo hevrêyên xwe her tim bû çavkaniya hêz û moralê

Back to top button