Yekîtiya Afrîk tevahî xebatên beşdarbûna Nîjerê da rawestandin

Li dijî cûnta leşkerî ya li Nîjerê, ji nava Afrîka bertek berfireh dibin.
Piştî helwesta welatên ECOWAS’ê, Yekîtiya Afrîka jî helwesta xwe zelel kir.
Yekîtiya Afrîkayê beşdarbûna Nîjerê, ji hemû çalakiyên di nava yekîtiyê de rawestand.

Konseya Aştî û Ewlekariyê ya Yekîtiya Afrîkayê (AfB) ragihand ku ji ber derbeya 26’ê Tîrmehê ya li Nîjerê hemû çalakiyan tavilê hatiye rawestandin.

Yekîtiya Afrîqayê ragihand ku ew bi tundî destwerdana her alî yan welatek ji derveyî Afrîkayê red dike.

Yekîtiyê bang li hemû welatên endam û civaka navdewletî kir ku xwe ji her kiryarek ku rewatiyê bide konseya leşkerî ya Nîjerê dûr bixin.

Alîgirên cûnta Nîjerê ji bo êrişek leşkerî ya dijî welat seferber bûne

Li aliyekî din welatên ECOWAS di her fersendê de peyama destwerdaneke leşkerî ya li Nîjerê dikin.

Bi hezaran Nîjeriyên alîgirê cûnteyê di rewşek şer de ji bo seferberiyê navê xwe tomar kirin.

Back to top button