NY: Di serdema Talîbanê de 218 xebatkarên hikumeta berê hatine kuştin

Bala cîhanê li ser Efxanistanê ye.
Lê serdema Talîban û kiryarên wê, tenê bi çarçoveya şermezarkirinê re sînordar maye.
Mîsyona NY a Efxanistanê got: Di serdema Talîbanê ya di rêveberiya welat de, heta niha 218 xebatkar yan leşkerên di hikumeta berê de hatine kuştin.

Nûneratiya Neteweyên Yekbûyî li Efxanistanê UNAMA, ragihand ku piştî li Efxanistanê ket bin kontrola Talîbanê hejmareke mezin ji karmendên hikumet, leşker û polîsên berê hatine kuştin.

Nûnertiyê têkildarî mijarê îro raporek weşand.

Li gorî raporê, ji nîvê Tebaxa 2021’an ve 218 kes bêyî darizandin hatine kuştin.

Nûnertiya Netewên Yekbûyî ragihand ku qurbanî ji aliyê hêzên ewlekarî yên Talîbanê ve demek kin beriya ku kuştin pêk werin, hatine girtin.

Di raporê de bal kişand ser wê yekê ku bi piranî karmend, leşker û polîsên alîgirê hikumeta berê yên rojava bûne armanc.

Di raporê de hat destnîşankirin ku hin zilam dema ku di girtîgehê de û hinek jî dema ji derve hatine revandin û kuştin.

NY: Li Efxanistanê 800 binpêkirinên mafên mirovan

Nûnertiya NY herwiha revandin, êşkencekirin, girtinên keyfî û gefên karmendên hikumetê yên berê û herwiha kuştinên bê dadgej ragihand.

Hat diyarkirin ku li her 34 parêzgehan binpêkirinên mafên mirovan pêk hatine û herî kêm 800 bûyer hatine tomarkirin.

Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî UNAMA jî bal kişand ser girtina keyfî ya 424 leşker û endamên hikumetê yên berê.

Rejîma Talîbanê ya ragihandibû ku piştî desthilatdariyê ew ê karmend û leşkerên berê yên hikumetê efû bike, sûcdariyên di rapora NY de hatine weşandin red kir.

NY jî daxuyaniya Talîbanê li raporê zêde kir.

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê NY Volker Turk li ser rapora NY’ê nirxand û got,

“Rapora UNAMA’yê nîşan dide ku ji dema Talîbanê ve li Efxanîstanê tedbîrên giran li kesên girêdayî hikumeta berê û hêzên ewlekariyê ne.

Lê belê ji van kesan re soz hat dayîn ku wê neyên darizandin.

Ev yek binpêkirina baweriyê ye.”

Talîbanê 15’ê Tebaxa 2021’ê, berî vekişîna bi temamî ya hêzên Amerîkî ji welêt, dest bi kontrolkirina welat kir.

Rejîma di destpêkê de peyamên nerm dida, bi derbasbûna demê re ji van vegeriya û dest bi pêkanîna şertên xwe kir.

Back to top button