Li ser netewa demokratîk li navenda HRRK’ê semîner hate dayîn

HRRK’ê bi sernavê “Doza Kurdî di projeya neteweya demokratîk de” semînerek li navenda xwe ya li Qamişloyê da.

Di çarçoveya rêzeçalakiyên “Şevçirayên Rojavayê” ku Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) li dar dixe de semînerek hat dayîn.

Semîner ji aliyê lêkolîner û Endamê HRRK’ê Welîd Çolî ve hat dayîn.

Semîner li navenda HRRK’ê ya Qamişloyê bi beşdariya gelek rewşenbîr û wêjevanan hat dayîn.

Welîd Çolî di semînerê de rêgez û bingehên neteweya demokratîk ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kirin, şîrove kirin.

Dûre beşdaran li ser mijarê nîqaş kir û balkişandin li ser girîngiya projeya neteweya demokratîk di çareserkirina pirsgirêka Kurd de.

Back to top button