Rûspî û serokeşîrên kantona Reqayê li ser encamên peymanên di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Iraqê de hişyarî dan.Her wiha bang li hikumet û rûspiyên eşîrên Iraqê kir ku nekevin pey plan û armancên mêtingeriyê yên dewleta Tirk a dagirker.
Serokeşîrê Sebxa, Mihemed Tirkî El Sewan diyar kir ku her lihevkirinek ku dewleta Tirk a dagirker pêk tîne metirsiyê dide xaka Iraqê û gelê wê û got:
“Tirkiyê tu carî nebû dostê Iraq û Sûriyê.
Bajarê ku ji aliyê Tirkiyê ve tê dagirkirin, vedughere bajarê terorê.
Ez bang li gel û eşîrên Iraqê dikim ku nekevin pey plan û peymanên dewleta Tirk a dagirker.”
Rûspiyê eşîra Şibil, Emar El Hamî jî destnîşan kir ku armanca dewleta tirk dagirkirin e û got:
“Her lihevkirinek ku tê de hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê bi kûrahiya 40 kîlometreyan derbasî xaka Iraqê bibin, metirsiyê dide Iraqê.
Sûcên dewleta Tirk a dagirker li ser xaka Sûriyê çavnebariya wê di Iraqê de piştrast dikin.”
Li dijî planên dagirkeriyê Partiyên Kurdistanî lezgîn civiyan