Xelkên Reqayê cenazeyê şehîd Esaf Mihemed El Esaf oxirkirin

Xelkê bajarê Minbicê û Reqayê cenazeyên şervsanên QSD’ê oxirkirin.
Di merasîmê de qala têkoşeriya şehîdan hate kirin ku hate diyar kirin ku wê têkoşînê were bilindkirin.

Xelkên bajarê Reqayê, endamên saziyên sivîl û leşkerî li goristana gundê Hikumiyê yê Reqayê ji bo oxirkirina cenazeyê şehîd Esaf Mihemed El Esaf kombûn.

Şervanê QSD’ê Esaf Mihemed El Esaf 20’ê Adara 2024’an de şehîd bûbû.

Kesên di merasîmê de axivîn sersaxî ji malbatê şehîdan re xwestin û destnîşan kirin ku bi saya fedakariyên şehîdan ewlehî li herêmê peyda bû.

Lewma divê gelên herêm li hemberî her curê êrîş hevgirtî bin û destkeftiyên xwe bi parêzin.

Piştî axaftinan cenazeyê şehîd hate oxirkirin.

Back to top button