Hêzên hikumeta Şamê 2 ciwanên Siwêdayî li Şamê revandin

Hêzên ewlekariyê yên hikumeta Şamê 2 xortên ji Siwêdayê li herêma Meşrû Dumer a Şamê revandin.

Roja pênçşemê li herêma Meşrû Dumer a navenda Şamê du ciwanên ji Swêdayê winda bûn û agahî ji wan nehatin girtin.

Kesên nêzî wan herdu ciwanan hêzên ewlekariyê yên hikumeta Şamê bi revandina wan tohmetbar kirin.

Gorî agahiyan kesên hatine revandin yên bi navê Usama Hemed El Qelanî û Xeldûn Cabir e.

Çavkaniyan ji malpera “Siwêda 24” re destnîşan kir ku li bajarokê Şeqa yê bakurê rojhilatê Siwêdayê piştî ku agahî ji herdu xortan nehatin girtin, alozî derket.

Di wê rojê de şêniyan avahiyeke hikûmeta Şamê ya navçeya Şeqa dorpêç kir û banga berdana herdu xortan kir.

Îro jî bi heman awayî alozî derket û banga berdana herdu xortan hat kirin.

Balkêşe ku ev herdu ciwanên ji Siwêdayê di demekî de hatiye revandin ku li Siwêdayê li dijî hikumeta Şamê xwepêşandan têne lidarxistin û banga guhertina rejîmê tê kirin.

Back to top button