Lahor Şêx Cengî: Helwesta desthilatê rê li ber raperîna bi çek vedike

Hevserokê berê yê YNK’ê Lahor Şêx Cengî têkildarî xwepêşandanên li herêma başûrê Kurdistanê û helwesta desthilatê ya li hember xwepêşandaneran, binçavkirin û girtinan peyamek da.

Şêx Cengî diyar kir ku baweriya wî bi xwepêşandanên nerêxistinkirî nîne ku encamekû bigire û guherînan bide çêkirin û got:

“Em bi ti awayî helwest û nêzîkatiyên desthilatê yên çend rojên borî li hember parlementeran, rojnamevanan û xwepêşanderan qebûl nakin û gelek metirsî dibînin..

Ev yek binpêkirineke mezin e li dijî azadiya fikir, daxwazên mafê azadiya kesî ya li herêma Kurdistanê.”

Hevserokê berê yê YNK’ê Lahor Şêx Cengî di peyama xwe de ev hişyarî jî li desthilatê kir:

“Divê desthilata herêmê vê yekê li ber çav bigire, eger ku bi vî rengî bi ser gel de biçe, wê rê li ber raperîneke çekdarî veke ku ne daxwaza kesî ye.”

Back to top button