Reqa-Jinan êrişa gaza jehrî dijî xwendekarên Rojhilat şermzarkirin

Li Rojhilatê Kurdistan-Îranê êrişa bi gazên jehrê li dijî xwendekaran hîna tê bikaranîn. Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê ev êriş şermezar kirin û piştevaniya xwe bi serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” nîşan da.

Yekitiya Jinên Ciwan daxuyanî li Deriyê Bexdayê ê rojhilatê Reqayê da.

Di daxuyaniyê de, zextên dewleta Îranê li dijî serhildana gel hat ziman û ev tişt hat gotin:

Hêzên hegemonîk hewl didin ku jinan dûrî hemû qadên jiyanê bixin.

“Serhildana bi pêşengtiya jinan li cîhanê deng veda.

Rejîma Îranê hewl dide jinan bêdeng bike da ku tirsê bixe nava dilê xwendekarên ku beşdarî serhildanê dibin.

Dawiya daxuyaniyê, jinan piştevaniya xwe bi serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” nîşan dan û gotin:

“Wê sedsala 21’emîn bibe sedsala azadiya jinan.”

Back to top button