8’emîn Mîhrîcana Rojava bi çalakiyên wêjeyî û rewşenbîrî di roja 6’ê de li Qamişlo didome.
Îro kesayetên siyasî, wêjeyî û rewşenbîrî û nûnerên Akademiya Îslama Demokratîk beşdar bûn.
Panelek bi navê “Rastiya şanoya Kurdî di bin sîwana Rêveberiya Xweser de” hate pêşandan.
Di şanoyê de rastiya şanoya Kurdî berî Şoreşa Rojava û piştî wê û zehmetiyên ku şanoger dikişandin, hatin vegotin.
Piştre şevbuhêrkeke helbestên Kurdî û Erebî hat lidarxistin
Roja 6’ê ya mîhrîcanê bi şanoyekê bi navnîşan “Komeleya Wêjeyî” ji derhêneriya Ebid El Cabir Hebîb û şanogeriya koma Dibistana Şanoyê bi dawî bû.
Tê payîn ku mîhrîcan heta 20’ê Mijdarê bidome.