Li kampa Holê jinek din hat kuştin

Bûyerên kuştinê li kampa Holê zêde dibin. Vê dawiyê sûcek din li wan sûcan zêde bû.
Li beşa 5’an a Kampa Holê termê jinekê di kanalîzasyonê de hate dîtin.

Hêzên Asayîşê doh li beşa 5’an a Kampa Holê termê jineke kuştî dît.

Li gor çavkaniyên ajnasa Hawarê, jina kuştî bi navê Fatme Şiwêtî ye.

Her wiha hat ragihandin ku jina navborî ji şêniyên Dêrazorê ye.

30’ê meha borî jî li beşê 2’an a penaberên Îraqê cenazeyê jinekê ku serê wê hatibû jêkirin hat dîtin.

Kampa Holê ji kampên xeter yên cîhanê ne, têde bi hezaran ji malbatên DAIŞ’iyan têde dimînin.

Rêveberiya Xweser gelek caran banga avakirin dadgehekê ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê kiriye.

Lê heya niha ti kesî deng ji xwe ne aniye û ev dosya bê çareserş maye.

Back to top button