Demên dawî bûyerên xeniqîna zarokan di dema melevaniyê de zêde bûye.
Hêzên Asayîşê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û ji şêniyan xwest ku çavdêriya zarokên xwe bikin.
Hêzên Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûrî di daxuyaniya xwe de got:
”Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî rastî pêleke dijwar a germahiyê tê.
Ji ber wê ciwan û zarok berê xwe didin çem û golan û melevaniyê dikin.
Di vê mehê de gelek bûyerên xeniqînê hatine tomarkirin û piraniya wan jî zarok in.
Hêzên Asayîşê derbarê mijarê de hişyarî da û şêniyan xwest ku çavdêriya zarokên xwe bikin.
Her wiha pêdiviyên melevaniyê ji wan peydar bikin da ku rewşên wiha dubare nebin.



