QSD: Li Reqayê serçeteyekî DAIŞ’ê hat kuştin

QSD’ê ragihand ku di operasyoneke hevbeş ya bi hêzên Koalîsyona Navneteweyî re li Reqayê serçeteyekî DAIŞ’ê hat kuştin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku Yekîneyên Têkoşîna Dijî Terorê (YAT) duh li navenda Reqayê operasyoneke ewlehî pêk anî.

Hate ragihandinê ku operasyon li dijî berpirsekî fînansekirina şaneyên çeteyên DAIŞ’ê pêk hatiye.

QSD’ê anî ziman ku operasyon bi piştgiriya hêzên Koalîsyona Navneteweyî pêk hat.

Hêzên wan bi ser cihê terorîstê bi navê Semîr Xidir Şerîf El Şîhan ku hemwelatiyê Iraqê de ye girt.

Piştî cih hat dorpêçkirin, hêzên wan bang li wî kir ku xwe radest bike, lê wî red kir û gule barandin.

Bi wê re şer derket û ew çete hat kuştin.

Di operasyonê de mîqdareke çek û cebilxane û hin alavên din hatin desteserkirin:

QSD’ê diyar kir ku ew ê bi ser şaneyên rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst de bigirin û herêmê ji teror û qirêjiya wan paqij bikin.

Back to top button