Amerîkayê balyozxaneya xwe ya li Sûdanê vala kir

Serokê Amerîkayê ragihand ku ferman daye hemû karmendên balyozxaneya Amerîka ya li Xertûmê, balyozxaneyê vala bikin.

Şerê li Sûdanê bê navber dewam dike û her diçe gur dibe.

Duh serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku ferman daye khemu karmendên balyozxaneya Amerîka ya li paytexta Sûdan Xertûmê, balyozxaneyê vale bikin.

Hate diyar kirin wê balyozxane bi awayekî demkî were girtin.

Biden da zanîn ku ewê bi welatiyên Emerîkî û Sûdanê re dinava peywendiyê de bin.

Biden xwest agirbest were ragihandin û rêz li berjewendiyên welatiyên xwe bigrin û rê bidin ku alîkariya mirovî bigihe Sûdanê.

Back to top button