Hovîtiya dewelta Tirk û çeteyan li Efrînê

Çeteyan du welatiyên din li Efrînê revandin.

Çeteyên bi navê Polîsên Sivîl û El-Hemzat welatiyê bi navê Mehmûd Reşîd û Hisên Hisik ji gundê Qirnah ya Bilbilê revandin.

Efrîn News 24 diyar kir ku heya niha aqûbeta wan ne diyar e.

Di çarçoveya guhertina demografiya herêma Efrîn de jî bi desteke komeleyeke Ixwanî mizgeft hate avakirin.

Efrîn News da zanîn ku mizgeft li nêzî Geraca Cindirêsê hate avakirin.

Back to top button