REJÎMÊ LEŞKERÊN TIRKIYÊ LI HEMAYÊ BOMBEBARN KIR, KUŞTÎ Û BIRÎNDAR HENE

Rejîmê û balafirên şer ên Rûsî bi zêdetirî 163 bermîlên taqemeniyê ev herêm bombebaran kir.
Di encam de zêdetirî 12 sîvlan jiyana xwe ji dest da.
Rêxistina UNICF a Netewên Yekbûyî ragihand ku di encamê van şerên li herêmên ”Bêçek” de 12 zarok mirin.

Li rojavayê Hemayê jî leşkerên Tirkiyê bûne hedefa bombebarên balafirên rejîma Sûrî.

Di encam de kuştî û birîndar çêbûn.

Ji bo veguhestina birîndar û kuştiyan dewleta tirk balafir şandin cihê bombebaranê.

ŞERÊ LI SÛRIYÊ
UNICF: LI HERÊMÊN ”BÊÇEK” 12 ZAROKAN JIYANA XWE JI DEST DA

Li aliyekî din Rêxistina UNICF a Netewên Yekbûyî jî der barê şerê herêmên ”Bêçek’ de ragihand ku 12 zarokan jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 30 hezar kesî ji warên xwe koçber bûne.

Rêxistinê destnîşan kir ku gelek saziyên sivîl, dibistan û cihên tedawîkirinê jî hatin bombebarankirin.

Di van 5 rojên dawiyê de daneyên şer yên li Idlib û Hemayê bi vî awayî ne.

Leave a Reply

Back to top button