Ji bo deriyên girtîgehan bên vekirin, pêwîstî bi muxalefeteke xurt heye

Ev demek e zextên hikumeta faşîst AKP’ê li ser girtiyan zêde bûne.

Hevserokê Federasyona Komeleyên Piştgirî û Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med Mehmet Temîzyuz diyar kir, hikumetê deriyên xwe li pirsgirêkên civakî girtiye û bi mûxalefeteke xurt ev deriyên girtî dikarin bên vekirin.

Temîzyuz bal kişand ser bandora jimara zêde ya girtiyan û got:

“Berpirsê çareserkirina pirsgirêkê, hikumet e, lê belê hikumetê çavên xwe li pirsgirêkên civakî girtiye.”

Temîzyuz destnîşan kir ku mijara girtiyên nexweş pirsgirêka hemû civakê ye got:

Eger mûxalefeteke xurt di nava civakê de çêbibe, wê hikumet polîtîkayên xwe yên têkildarî girtiyên nexweş bi paş de vegere.

Temîzyuz herî dawî anî ziman ku hemû pirsgirêkên heyî bi mûxalefeteke xurt dikarin çareser bibin û hemû deriyên girtî vebin.

Back to top button