Beşa yekem a koçberên Idlibê derbasî kampa Cideydit El-Humir hat kirin

Bazar û şerê li Idlibê dibe sedem ku bi hezaran kes koçber bibin. Bi hezaran koçber jî ji bo jiyaneke aram, berê xwe dan herêmên Rêveberiya Xweser. Piştî ku amadekariyên destpêkê temam bûn, beşa destpêkê ya koçberan derbasî Kampa Cideydit El-Humir ku ji bo wan hatiye amadekirin, hat kirin.

 

Bi gurbûna şerê li Idlibê re bi hezaran kes ji cih û warên xwe koçber bûn.

Koçberên ku li çolan mabûn û li stragehekê digeriyan piştî banga Fermandarê QSD’ê Mazlûm Ebdî, berê xwe dan herêmên rêveberiya xweser.

Di vê çarçoveyê de bi hezaran koçberên Idlbî berê xwe dan bajarê Minbicê û li hin cihên demkî hatibûn bicihkirin.

Ji bo wan koçberan li Minbicê ev nêzî meh û nîvekê ye, Kampa Cideydit El-Humir dihat amadekirin.

Piştî ku amadekariyên çariyek ji kampê yên xizmetguzarî û binesaziyê bi dawî bûn, îro beşa yekem a koçberan, derbasî kampê hat kirin.

Di kampê de heta niha 300 kon hatine vedan û 25 malbat derbasî wan hatin kirin.

Cîgirê Fermandarê Artêşa Şoreşgeran Ebû Erac derbarê mijarê de ji televizyona me re axivî.

Ebû Erac diyar kir ku, ji bo ev koçber jiyaneke bi ewle, bê tobparan bijîn û karibin tevî zarokên xwe bê dengê bermîlên teqemeniyê razên, wan ev kamp ji wan re vekir.

Li gorî berpirsên kampê di rojên pêş de jî wê beşên din ên koçberan derbasî kampê werin kirin.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û Rêvberiya xweser jî bi daxuyaniyan ragihandibûn ku ji bo koçberên Idlibê deriyê wan wê her vekirî be.

Back to top button