Tirkiye: Nêrînên me û Rûsyayê, nêzî hev dibin

Piştî danûstandinên Rûsî- Tirkî li Enqere û Moskovayê der barê rewşa Idlibê de, Tirkiyê dibêje ku nêrînên wan û Rûsyayê nêzî hev dibin. Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu diyar kir ku ew ê danûstandinan bi Rûsyayê re xurtir bikin û hîna jî rewşa Idlibê nîqaş bikin. 

Îro wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu eşkere kir ku nêrînên wan û Rûsya der barê Sûriyê de, nêzî hev dibin, lê dîsa jî ne li gorî dilê wan e.

Çavuşoglu diyar kir ew ê danûstandinên xwe bi Rûsyayê re xurttir bikin, û ihtîmal heye ku Erdogan û Putin jî rewşa Idlibê nîqaş bikin.

Ev serê hefteyekê ye, danûnstandinên herdu aliyan li dar bûn, lê belê weke hate diyarkirin hewldanên Enqere ji bo Rûsya fişarê li Beşar El-Esed bike, bi bin ketin.

Ev daxuyaniya Çavuşoglu piştî ya Erdogan hat, ku duh dîsa gef li rejîma Sûrî xwar û got ew ê operasyoneke leşkerî li Idlibê dîsa bidin destpêkirin.

Duh jî, rewşa Idlibê li pêşberî Konseya Ewlekariyê hat nîqaşkirin, lê Rûsya daxuyaniya rawestandina şerê li Idlibê asteng kir.

Weke bersiv, balyozê Rûsî Vasily Nebenzya di civînê de got, divê hûn bes piştgiriya komên çete bikin û guh bidin êşa koçberan.

Li gorî AFP, Çîn jî li ser helwesta Rûsyayê erê kir.

Back to top button