Li Almayayê 2 êrîşên çekdarî pêk hatin Kesên ku hatine kuştin piraniya wan Kurd in

Li bajarokê Hanau yê Almanyayê, 2 êrîşên bi çek çûbûn. Di encamê de 11 kesan jiyana xwe ji dest da. Kesên ku jiyana xwe ji dest dane piraniya wan jî Kurdin. Rayedarên Alman ev êrîş weke êrîşa terorê bi nav kirin. Gelê Kurd jî wê ji bo şermezarkirinê dakeve qadan.

Li bajarokê Hanau yê Almanyayê, 2 êrîşên bi çek çêbûn.

Êrîşên ku di saetên şevê de pêk hat, li dijî kesên ku li 2 kafeyên nargîlê çêbû.

Li gorî polîsa Alman, 11 hatine kuştin û nêzî 5 kes jî bi giranî birîndar bûn.

Ji kesên ku hatine kuştin 5 kurdin.

Êrîşakar jî piştî êrîşê bi lez ji cihê bûyerê dûrket.

Li gorî agahiyan bersûcê êrişê welatiyekî Alman ê nîjadperest Tobîas R. ye û serê sibehê li mala xwe tevî cesedekî din mirî hate dîtin.

Li gorî rojnameya Bild a Almanî, demançe û cebilxane jî di erebeya wî de hatin dîtin.

Tobîas R. beriya êrişê nameyek li pey xwe hişt û tê de nivîsî, ‘Biyaniyên ku nepêkan e ji Almanyayê bên dersînorkirin, divê bên kuştin’.

MERKEL: EV JEHR DI NAVA CIVAKA ME DE HEYE

Rayedarên dewleta Alman û siyasetmedaran nerazîbûn nîşanî êrişê dan.

Serokkomar Frank-Walter Steînmeîer ev êrîş bi terorî binavkir.

Şêwirmenda Alman Angela Merkel jî bi peyamekê ji li paytext Berlînê ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dan re sersaxî xwest û wiha got,

“Yek ji rojên herî bi êş û giran ê welatê me ye.

Nîjadperestî jehre e û mixabin ev jehr di nava civaka me de heye.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Çep Katja Kîppîng jî diyar kir ku êrişên bi vî rengî tesadûfî nînin û bal kişand ser nîjadperestiya ku dema dawî li welêt zêde bûye.

Di serî de Kurdistanî bi pêşengiya koçberan li Hanaû û gelek bajaran, li dijî êrişa nîjadperestiyê çalakî dest pê kirin.

Yekîtiya Jinên Kurd ên li Almanyayê YJK-E’yê û gelek saziyên kurdan ên li Almanya jî bi daxuyaniyan bal kişandin ser berpirsyariya hikumeta Alman û ji bo meşê bang kirin.

Hevserokên Giştî yên HDP’ê jî diyar kirin ku êrîş nîşaneya metirsiya nîjadperestî ya li ser cihanê ye.

Back to top button