Îsal li navçeya Tirbespiyê çandina beqliyan kêm bûye.
Ew jî ji ber lêçûna wan zêde ye û bazarek taybet bi firotina wan tune ye.
Li aliyekî din jî, kurmê zeros li erdan derketiye û bandorê li hilberînê dike.
Rêveberê saziya çandiniyê şaxê navçeya Tirbespiyê Kamîran Umer diyar kir ku li navçeyê, hilberîna genim zêdetirî 9 hezar û 200 donimî hatine çandin.
Helberîna nîskan 3 hezar û 500 û gijnîj jî hezar û 500 donim in.
Saziya Çandiniyê da xuyakirin ku kurmê zeros bandor li çandiniyê kiriye.
Li gorî Saziya Çandiniyê ya Tirbespiyê, cotkran bi rêya komîn û meclisan tên hişyarkirin û awayê parastina ji vî kurmî jî bi wan re tên parvekirin.