Divê zarok bi çanda Kurdî bên mezinkirin

Li Kurdistan û Tirkiyê zext, astengî, neqebûlkirina zimanê Kurdî û qedexeyên li ser wan dewam dikin.

Hevserokê Komeleya Lêkolînê ya Zimanên Mezopotamyayê Mehmet Esen, bi boneya 21’ê Sibatê Roja Ziman a Cîhanî, diyar kir ku polîtîkayên AKP’ê yên li dijî ziman û çanda Kurdan ji dîrokê heta roja îro, berdewam in.

Mehmet Esen anî ziman ku bi avakirina Komara Tirkiyê re, polîtîkayên pişaftinê yên li ser ziman û çanda Kurdî dest pê kirin.

Esen da zanîn ku “dema Kurd bixwazin ji bo zimanê xwe tiştekê bikin jî, rastî destwerdan û zextên dewletê tên.

Mehmet Esen ji malbatên Kurd xwest ku zarokên xwe teşwiqî çanda Kurdewarî bikin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî:

Eger civaka Kurd ji bo zimanê xwe israr neke û helwesteke xurt ji bo perwerdehiya zimanê dayîkê nîşan nede, dibe ku zimanê Kurdî qels bibe.

Back to top button