Efrîn..Di girtîgehên çeteyan de bi dahan jin hatin dîtin

Li Efrîna dagirkirî, di şerên ku di navbera çeteyên dagirkeriya Tirk de rû didin binpêkirinên hovane yên li dijî jinan eşker dibin. Di girtîgehek çeteyên El-Hemzat a li navend Efrînê de bi dehan jinên girtî hatin dîtin. Li hember van jinan jî êşkenceyên hovane hatibûn kirin. Her wiha dewleta tirk a dagirker ji bo berjenwendiyên wê yên li Sûrî û Lîbya têk neçe, li hemberî kiyarên çeteyên xwe bêdeng dimîne.

Hovîtiya çeteyên dewleta Trik a dagirker jiyan li Efrîniyan kiriye dojeh.

Her weha dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi binpêkirinên çeteyan pirojeyên xwe pêk bîne.

Doh di navbera çeteyên dewleta tirk yên li Efrînê hatine bicihkirin de, şer derketibû.

Tê gotin, bi dehan ji herdu aliyan hatin kuştin.

Her wiha hemwextî şerê li nava bajar, girtîgehek girêdayî çeteyên El Hemzat hat dîtin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku di girtîgeh de bi dehan jin girtî hat dîtin.

Ji wan 5 jin bi awayekî êşkencekirî yê ne-exlaqî hatibûn dîtin.

Navnenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî diyar kiribû ku li Efrînê zêdeyî 90 jin di girtîgehên çeteyan de ne.

Bi van kiryarên çeteyan dewleta Tirk hewl dide pirojeyên xwe li Sûriyê û Lîbyayê pêk bîne

Dagikeriya Trik bi bêdengiya xwe li hembar binpêkirinên çeteyan, xwe wekî xelaskarekî ji şêniyên Efrînê re diyar dike.

Di vê çarçoveyê de Çavdêriyê dabû zanîn ku endamekî istixbarata Tirkiyê ji şêniyan re gotibû:

“Ji ber binpêkirin û diziya çeteyan a malê sivîlan, dê ber bi Lîbya ve werin şandin.”

Her weha dewleta Trik ji bo pirojeya xwe li Lîbyayê pêk bîne, van kirayran jî bi kar tîne.

Çavkaniyên hêrêmî jî dibêjin, bêdengiya dewleta Tirk li van kiryaran yek ji şêwazê çêkirina zextê li ser çeteyan a şandina ber bi Lîbyayê ve ye.

Back to top button