Jinên Ereb ên Tebqa û Dêra zorê diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji êrîşên ser herêmên parastinê yên Medyayê jinûve vegerandina Împeratoriya Osmanî û pêkanîna Mîsaqa Millî ye.
Berdevka Desteya Jinan a Tebqayê Wela El-Nacî da zanîn ku armanca dewleta Tirk ji van êrîşan ew e ku Serdema Osmanî vejîne û Mîsaqa Millî pêk bîne.
Berdevka Desteya Jinan a Dêra zorê Şehrezad El-Casim jî anî ziman “Êrişên dawîn ên dewleta Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi erêkirina navneteweyî pêk hatin.
Ev siyaseta dewleta Tirk ku dixwaze bi hemû şêwazan aramî û ewlehiya herêmê bi rêya destekdayîna komên çete ku bi navê îslamê şer dikin, xira bike.”