Siyasetmedar Mustafa Pekoz derbarê operasyona Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê axivî

Zanyarê Siyasetê Dr. Mustafa Pekoz têkildarî planên Tirkiyê yên operasyona bejahjî ya Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê nirxandin kir.
Mustafa Pekoz got ku rêveberiya Başûrê Kurdistanê operasyona bejahî ya Tirkiyê erê bike, wê destkeftiyên gelê kurd li Başûrê Kurdistanê winda bike.

Nerazîbûn û daxuyanî derbarê operasyona Tirkiyê ya bi hevkariya PDK’ê û hikumeta Iraqê her diçe zêde dibin.

Derbarê wê de zanyarê siyasetê Dr. Mustafa Pekoz nixandin kir.

Mustafa Pekoz pêşî balkişand ser helwesta hikumeta Iraqê û got:

Dr. Mustafa Pekoz: Hikumeta Iraqê destûra operasyonê nedaye Tirkiyê

Di daxuyaniya hevpar a piştî hevdîtinên berpirsên Tirk li gel hikumeta Iraqê de xuya dike ku destûra operasyonê ji Enqereyê re nehatiye dayîn.

Dayîna destûreke wiha dê bi mafên serweriya neteweyî ya Iraqê re bikeve nava nakokiyê.

Operasyoneke bejahî ne tenê bi Bexdayê re, bi aktorên herêmê re jî wê rê li ber krîzeke leşkerî û siyasî veke.

Rêveberiya navendî ya li Bexdayê hevsengiya şîa-ereb a di navbera Îran, Misir û Erebîstana Siûdî de pêk tîne.

Ji ber vê yekê ji bo operasyoneke bêjahî ya gengaz hewl dide destûrê ji Bexdayê bigire.

Mustafa Pekoz diyar kir ku dewlet Tirk hedef dike ku operasyonê hem di nav sînorên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hem jî di nav sînorên Başûrê Kurdistanê de pêk bîne.

Dr.Mustafa Pekoz: Li pêşiya operasyona Tirkiyê tenê Rêveberiya Hewlêrê gengaz e

Her wiha Mustafa Pekoz têkildarî hevdîtinên berpirsên tirk ên li gel malbata Barzanî jî axivî.

Pekoz got ku serdanên berpirsên dewleta tirk ên li gel PDK’ê bênavber didomin.

Daxuyaniyên piştî hevdîtinan hatin kirin, dide nîşandan ku êrişeke nû dê were destpêkirin.

Pekoz:heke PDK’ê rê bide operasyona Tirkiyê dê destkeftiyên Kurdan winda bike

Faktora herî girîng a operasyoneke gengaz a bejahî ku dikare li nava sînorên Başûrê Kurdistanê bê kirin, rêveberiya PDK’ê ye.

Heke rêveberiya Herêma Kurdistanê operasyona bejahî ya Tirkiyê erê bike wê bibe sedema krîzên nû.

Dibe ku bibe sedem ku gelê Başûrê Kurdistanê destkeftiyên xwe winda bike.

Li dijî planên dagirkeriyê Partiyên Kurdistanî lezgîn civiyan

Back to top button