HPG: LI ÎDIR Û SÎDEKAN 14 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Êrîşên bi armanca dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser xaka Kurdistanê bi dawî nabin.Li dijî vê yekê jî Gerîlayên HPG û YJA Starê jî çalakiyên xwe zêde kirine.Gerîalayan li Îdir û Sîdekanê çalakiyên bibandor lidarxistin.HGP’ê ragihand di encama van çalakiyan de 14 leşkerên artêşa dagirker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û çapemenî ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla li dijî dagirkeriya Tirk daxuyaniyek nivîskî da.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parvekirin:

“Di çarçoveya pêngava Serketina Şoreşgerî de ya li eyaleta Serhedê hêzên gerîla çalakiyên xwe didomînin.

24’ê Nîsanê gerîlayan li dijî leşkerên Tirk a dagirker ên li ser girekî li ber Qereqola Aydinlar a Îdirê çalakiyek pêk hat.

Di encamê de derb li wesayita zirxî ya bi tîpa Reo ku ji ser gir diçû qereqolê û hêzên dijmin ên li ser gir hate xistin.

Gerîlayan derbên giran li çeper û stargehên artêşa dagirker ên li ser gir xistin.

Li vir 11 leşker hatin kuştin û 10 leşker jî birîndar bûn.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de 24’ê Nîsanê li ser Girê Kevortê yê li bajarokê Sîdekanê yê Başûrê Kurdistanê gerîlayan çalakiyek pêk anîn.

Derbên giran li çepereke dijmin a ku 5 leşkerên ku tê de bûn hate xistin.

Di encamê de 3 leşker hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.

HPG’ê ragihand, balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker heman rojê gundê Gisê yê Garê û qada Mervanûs a Avaşînê bomberdûman kirin.

Di encama van bombebaranan de xisara madî li bax û baxçeyê gundê Gisê bû.

GERÎLA TV DÎMENÊ ÇALAKIYA LI ÇELÊ WEŞAND

Li aliyê din Gerîla Tv dîmenê çalakiya gerîla ya 19’ê Nîsanê ya li Çelê pêk hatî weşand.

HPG ragihandbû ku di vê çalakiyê de 12 leşker hatibûn kuştin û 10 jî birîndar bûbûn.

 

 

Leave a Reply

Back to top button