Serhildanên li Îran û Kurdistanê di roja 43. de didome

Serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê her ku diçe berfirehtir dibe.
Di roja 43’an a çalakiyan de gel careke din bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” li qadan bûn.
Di êrişên hêzên rejîmê de heta niha 253 kes hatine qetilkirin ku ji vana 34 zarok in.

Serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê yên bi pêşengiya Jinan di roja 43’an didome.

Hêzên rejîma Îranê jî ji bo asteng kirina serhildanan bi tundî êrişî welatiyan dikin.

Di êrişên rejîmê de 253 kesan jiyana xwe ji dest dan

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ragihand ku heta niha di xwepêşandanan de 253 kes hatine qetilkirin, ji wana 34 zarok in.

Li beramberî van êriş û komkujiyan duh careke din li Zahîdanê gelê Belûç daket qadan.

Hêzên rejîmê careke din bi çekan êrişî welatiyan kirin. Di êrişê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 40 kes jî birîndar bûn.

Li bajarê Mahabadê jî ciwanan li beramberî hêzên rejîmê li ser rê duwar avakirin û li ber xwe dan.

Serhildanên li Îran û Kurdistanê di roja 43. de didome

Li Sine, Urmiye, Kirmanşan, Seqiz, Merîwan, Bokan, û gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê welatî li qadan bûn.

Li bajarê Sine, hêzên rejîma Îranê ciwanê ku nexwast xwe radestî wan bike gule lê reşandin û bi giranî birîndar kirin.

Li dijî rejîmê li Tehran, Amol, Babol, Serawan û gelek bajarên din ên Îranê jî gel li qadan bûn.

Li Erakê jî hezaran kes li dijî rejîma Îranê daketin qadan.

Li gelek deveran jî di navbera welatiyan û hêzên Îranê de şer derketin.

Xwandekarên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê careke din tevlî dersan nebûn û li dijî rejîmê meşiyan.

Li gelek zanîngehan jî di navbera xwandekaran û besîcan de şer derket.

Back to top button