“Jin, Jiyan, Azadî”

Hêza jinê piştî salên dirêj careke din li nava Îran û Rojhilatê Kurdistanê agirê serhildanê geş kiriye.
Li dijî rejîma Tehranê, xwepêşandan û nerazîbûn derbasî qonaxeke nû bûn.
Ji ber xwepêşandanên li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê belav bûne, hêzên rejîmê neçar man xwe bi şûnde bikişînin.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê agirê serhildana jin pêşengiyê jêre dikin geş bûye.

Li bajarê Mehabad gelek sazî û bankên dewletê hatin şewitandin û demek avahiya qeymeqamtiya bajêr ket dibin kontrola xwepêşandêran de.

Tê gotin di dema xwepêşandanê de hêzên rejimê gule li gel barandin, kuştî û birîndar hene.

Li Bane 2 xwepêşandêr hatin kuştin

Her wiha li bajarê Bane jî di dema xwepêşandanê de hêzên rejimê êriş kirin, 2 xwepêşander hatin kuştin û hinek xwepêşandêr jî birîndar bûn.

Li bajarê Seqiz jî gelek welatî li ser banên malan dirûşmên li dijî desthilatê qêriyan.

Her wiha duh li bajarê Dîwandere jî hejmarek zêde ya welatiyan bi boneya çilrojiya kuştina du xwepêşanderên bi navên Fuad Qedîmî û Muhsin Mihemed serdana gorên wan kirin.

Li goristanê, dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bimre dîkdator” gotin.

Li Loristanê merasîma bîranînê veguherî xwepêşandanê

Li bajarê Xuremawa yê Loristanê jî merasîma çilrojiya qetilkirina Nîka Şakeremî pêkhat.

Merasîma bîranê veguherî xwepêşandanê.

Dirûşmên li dijî rejimê hatin gotin û di navbera xwepêşander û hêzên rejimê de pevçûn derketin.

Hêzên rejîma Îranê neçar man xwe paşde bikêşin

Duh bi şev li bajarê Birucêrd ê Loristan û bajarê Miyandwaw yên Urmiyê jî xwepêşandan hebûn.

Di piraniya xwepêşandanên li bajarên Rojhilatê Kurdistanê de hêzên rejimê nekarîn xwe li ber hêrsa gel bigrin û xwe bi paşde kişandin.

Her wiha li bajarên Îranê bi taybetî jî li paytext Tehranê gelek navendên cûda xwepêşandan û nerazîbûn hebûn.

Li bajarên Kerec, Meşhed, Erak, Şuş, Zahîdan û çend bajarek din jî xwepêşandanên girseyî hatin lidarxistin.

Di navbera xwepêşanderan û hêzên rejimê de alozî û pevçûn derketin.

Merasîmên bîranînan vediguhere xwepêşandanan

Piştî merasîma çilrojiya kuştina Jîna Emînî ku bi tevlibûna deh hezaran kes li goristana Ayçî ya Seqizê pêkhat, xwepêşandan û nerazîbûn li bajarên Rojhilatê Kurdistanê berfirehtir bûn.

Tê payîn bi rasthatina çilrojiya qetikirina xwepêşanderên din re jî xwepêşandan hîn zêdetir berfireh bibin.

Back to top button