YPG: Şervanê me Ebû Ereb li Helebê şehîd bû

YPG’ê ragihand ku şervanê wan Mihemed Ereb (Ebû Ereb) li Helebê şehîd bûye û nasnameya wî eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) têkildarî şehadeta Şervanê xwe, Ebû Ereb daxuyaniyek nivîskî parve kir.

Di daxuyaniyê de li ser jiyan û têkoşîna şehîd wiha hat gotin:

“Hevalê me Ebû Ereb di 28’ê Cotmehê li Helebê dema li ser erka xwe bû, di encama krîza dil de, şehîd bû.

Hevrê Ebû Ereb di sala 1967’an de li bajarê Helebê hatiye dinê.

Hevrê Ebû Ereb wekî her mirovekî welatparêz li gorî hêza xwe erk û berpirsyarîyên xwe yên li hember parastina gel û axê girtiye û heya kêlîya dawî jî pêk aniye.”

YPG’ê sersaxî ji malbata şehîd û gel re xwest û diyar kir wê şehadeta wî bibe sedema mezinkirina têkoşînê.

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Ebû Ereb
Nav û Paşnav: Mihemed Ereb
Navê Dayikê: Emîne
Navê Bav: Ebdilmecîd
Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb | 28’ê Cotmeha 2022.”

Back to top button