17’emîn Festîvala Jinê ya Zîlan ku mezintirîn kombûna jinên Kurd ên li Almanyayê ye, îsal wê cara 17’an bê lidarxistin.
Festîvala Jinê ya Zîlan a 17’emîn wê li bajarê Gelsenkîrchen ê Almanyayê pêk were.
Festîvala ku ji aliyê Yekîtiya Jinên Kurd a Elmanyayê (YJK-E) ve tê lidarxistin.
Ev festîval wê wê ji bo bîranîna Evîn Goyî (Emîne Kara) ku di 23’ê Kanûnê de li paytexta Fransa Parîsê hat şehîd xistin.
Bi durişmeya li Kurdistanê jin jîyan azadî ber bi cîhanê şoreşa Jinê pêk tê wê wer lidarxistin,
Li gel komên govendê wê hunermend û komên muzîkê yên Jin Ma, Mizgîn Tahir, Kevana Zêrîn, Eylem Aktaş, Beser Şahîn û Fîrmesk jî li ser dikê hunera xwe nîşan bidin.
Ji Komîteya Amadekar a Festîvalê endamên Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) Jînda Denîz û Ayten Kaplan banga beşariyê li hemû jinan taybet jî yên kurdistanê kir.



