Ji Rojava Komxebata Kurdistanî ya jîngehê

Bi boneya Roja Jîngehê ya Cîhanê, Komeleya Keziyên Kesk a Jîngehî bi dirûşma “Peydakirina Çareseriyan ji Qirêjiya Pilastîkê re” komxebatek li hola Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo li dar xist.

Di komxebatê de rewşenbîr, nivîskar, lêkolîner û pisporên jîngehê, rojnamevan, Kongra Star, Meclisa Malbatên Şehîdan, nûnerên Rêveberiya Xweser, TEV-ÇAND û Kongreya Îslama Demokratîk amade bûn.

Di komxebatê de berdevkê Komeleya Keziyên Kesk Zîwer Şêxo axivî û roja jîngehê li hemû kesên ku amade bun pîroz kir û got: “Armanc ew e ku em bi rêbazekî jîngehî bijîn.

Li dijî xweza û jîngeha Kurdistanê bi gelek rêbazên polîtîkî, xerabî tê kirin, ji wan şewtandina daristanan, bikaranîna çekên kîmyewî û avakirina bendavan.”

Li herêmê pêwîstiya Civaka Ekolojî

Cîgira Desteya Şaredariyan a Rêveberiya Xweser û Jîngehparêz Bêrîvan Omer axivî û got:

Piştî avabûna Rêveberiya Xweser têgîna parastina ekolojiyê nû hat şîrovekirin.

Herêma me herêmeke hişkesalî hatibû hiştin.

Di salên derbasbûyî de gelek dar hatin çandin.

Komxebat bi nîqaşên der barê mijarên parastina jîngehê de bi dawî bû.

Platforma Jin a Ekolojî: Pêwîste zîhniyeta ekolojîk were pêşxistin

Back to top button