Serokê parlamentoya Lubnanê Nebîh Berî ji bo hilbijartina serokkomarê, banga lidarxistina civînekê di 14`ê Hezîranê de kir.
Hêzên siyasî yên muxalif ên Lubnanê ragihandin ku wezîrê darayî yê berê Cîhad Ezûr ji bo hilbijartinên seroktiya welêt navê xwe daye.
Namzetê Tevgera Emel û Hizbullaha Lubnanî, serokê Şepêla Merde Silêman Firenciye hevirkê wî ye.
Mîşel Miewed ku namzetê serokatiyê bû demeke berê namzetiya xwe paşde kişand û rê ji Cîhad Ezûr re vekir ji bo ku navê xwe bide.
Ji dema bidawîbûna serokatiya Mîşel Ewn ve di 31’ê Cotmeha borî de, cihê serokatiya Lubnanê vala ye.