Wezîrê Derve yê Almanyayê: “herêma parastina Navdewletî” rastî nerazîbûna NATO’yê hat

Ji bo pêşî li dagirkirina dewleta Tirk a bakur û rojhilatê Sûrî were girtin, Almanya pêşniyara avakirina herêmeke parastina navdewletî kir.
Lê Wezîrê Derve yê Almanyayê Maas diyar kir ku ev pêşniyara wan di nav NATO’yê de rastî nerazîbûnan hatiye.

Wezîrê Alman Heiko Maas eşkere kir ku pêşniyara welatê wî ya ji bo avakirina herêmêke bi parastina navdewletî, di nav NATO’yê de rastî bertekan hat.

Maas di civîna çapameniyê de got, “Ev yek hinek pirs di serê hevkarên me de çêkirin.”

Wezîra Parastinê ya Almanyayê Annegret Kramp-Karrenbauer jî doh ragihand ku ew ê vê pêşniyarê di civîna NATO’yê de gotûbêj bikin.

Ev civîn wê di 24 û 25’ê Cotmehê de li ser asta wezîrên parastinan de were lidarxistin.

Wezîra Almanyayê teqez kir ku ev herêm divê di bin çavdêriya civaka navdewletî li gel Tirkiye û Rûsyayê de be, da ku ti êrîş çênebin.

Her wiha diyar kir ku ev proje wê parastina koçber û panaberên Sûrî bike û wê bihêle şerê li dijî DAIŞ’ê dewam bike.

Leave a Reply

Back to top button