Rojnameya Newyork Times: armanca Erdogan çekên nuklerî ye

Rojnameya New York Times diyar kir ku armanca Erdogan ne tenê dagirkirina xaka Bakûr û Rojhilatê Sûrî ye.
Daxwaza Erdogan destxistina çekên nûklerî ye.
Rojnameyê balê dikşîne ser xetereya heyî û dibêje, ” Armanca Erdogan çi ye, kes niza.”

Êdî ne tenê kirinên Serokê dewleta tirk a dagirker Erdogan di rojeva cîhanê de ye.

Vê carê çapemeniya cihanî bal kişand ser metirsiya kesayet û fikirê Erdogan.

Rojnameya New York Times nûçeyek bi sernavê “Erdoganê ku cesaret girt, li pey bombeya nuklerî ye” ji bo xwendevanên xwe weşand.

Rojnameyê diyar kir ku, armanca Erdogan ne tenê li seranserî sînor dagirkirina xakên Bakur û Rojhilatê Surî ye, her weha ew dixwaze bibe xwediyê çekên nuklerî.

Nûçe balê dikşîne ser axaftina Erdogan a di civîna partiya xwe ya di meha Îlonê de ku gotibû “Hin welat xwedî fuzeyên bi serikê nuklerî ne. Lê civaka Rojava bi israr e ku em nebin xwediye van. Ez vê qebûl nakim.”

Not: ev time cod wê BETA be û nivîs jî wê li ser be… Bila agahiya we ji titlê nûçeyê ji hebe ku ne keve er vê weregerê…

Rojname tîne ziman ku piştî qumara şerê li Suriyê qezenc bike, wê xetereya Erdogan derbasî qonaxeke din bibe û ti kes bi niyeta Erdogan nizane.

Lê pispor dibêjin, eger Erdogan çekên nuklerî hilberîne wê ev rê li ber aloziyeke nû veke, ji ber wê bibe welate yekemîn ê NATOyê ku bi awayekî serbixwe çeka nuklerî bi dest xistiye.

Her weha tê gotin Tirkiye xwediyê reaktor ango hêmanên lekolînê û Uranyuma ku di çekên nuklerî de tê bikaranîn e û bi alîkariya Rusyayê bi armanca hilbêrîna elektrîkê, hêmanên nuklerî tê avakirin.

ROJNAMEYA NEW YORK TIMES:
ERDOGAN JI BO ÇEKA NUKLERÎ DI NAV DANÛSTANDINAN DE YE

Rojnameyê destnîşan dike ku Erdogan bi yek ji kesên bi nav û deng yê bazara nuklerî Abdul Kadîr Han ê Pakîstanî re di nav danûstandinên veşartî de ye, lê kirina çekên nuklerî jî ji bo Erdogan wê gelek bi zerer be.

Rojnameya NYT balê dikşîne ser çekên nuklerî yên Emerîka ku li barageha Încîrlîkê ku Trump jî berî çend rojan hebûna wan piştrast kiribû.

NYT dibêje “Ev çekên nuklerî di bin kontrola endamên NATO’yê yên li herêmê de ne, lê belê yek ji armancê vê stratejiyê jî, ew e ku bi vê yekê karibin Tirkiye nebe xwediyê bombeya xwe ya nuklerî.

Leave a Reply

Back to top button