Ciwanên Malbatên Şehîdan piştgirî dan hêzên parastinê

Ciwanên malbatên şehîdan ên bajarê Qamişlo piştgiriya xwe bi hêzên leşkerî yên parastinê re nîşan da.

Bi dehan ciwanên malbatên şehîdan ên bajarê Qamişlo li çerxerêya Şehîd Yûsif Gulo kom bûn û daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ji dijminê ku li hemberî berxwedana rêbertî û gerîlayên leheng têk çûye, em ê bi hemû rêbazan û îmkanên xwe kar bikin.”

Her wiha ciwanan bang li hemû saziyên demokrat ên ciwanan li cîhanê kirin ku li kêleka doza wan a adil bin û êrişên Erdogan û çeteyên wî yên li ser herêmê têk bibin û gotin:

“Em keç û xortên Rojava bi hemû netewe û mezhebên xwe refa xwe dikin yek û li eniyên pêşîn bi hêzên xwe yên leşkerî re bin heta ku serkeftin pêk were.”

Back to top button