Macron: Tirkiyê li ser berjewendiyên Ewropa xeterî ye

Derbarê binpêkirinên dagirkeriya Tirk li deryaya Spî daxuyanî û bertekên cuda derdikevin. Serokê Fransa Macron di konferanseke çapemeniyê de got ku Tirkiyê li ser berjewendiyên Ewropa xeterî ye.

Li dijî wezareta derve ya Tirkiyê got ku daxuyaniyên Macron pîs in û wê zirarê bigihîne Yekîtiya Ewropa. Rûsya jî navbeykariya xwe di navbera Qibris û Yûnanistanê ji aliyekî ve û Tirkiyê ji aliyekî din ve de pêşniyan kir.

Ji ber vekolandina Tirkiyê ya petrol û gazê, li derya spî têkiliyên wê li gel Yekîtiya Ewropa gelekî xirabûne.

Serokwezîrê Fransayê Emmanul Macron bi daxuyaniyekê liv û tevgerên Tirkiyê li rojhilatê deryaya Spî rexne kir û got ku Tirkiye li ser berjewendiyên Ewropa xeterî ye.

Macron: Me xetên sor li pêşiya Tirkiyê danîne

Macron beriya civîna koma dewletên Ewropa yên ji bo deryaya Spî di konferanseke çapemeniyê de diyar kir ku ew hewl dide ku welatên Ewropa bi yek helwestê li dijî Tirkiyê derkevin û wiha dewam kir;

Xetên Sor li pêşiya Tirkiyê diyar in, ji lewra divê Tirkiyê armanc û bijarteyên xwe diyar bike.

Ajansa Frans Press ragihand ku wezareta derva ya Tirkiyê li dijî daxuyaniyên Erdogan bertek nîşan da.

Wezareta derve ya Tirkiyê got ku serokê Fransa Macron berjewendiyên Yekîtiya Ewropa dixe xeteriyê.

Tê payîn ku di civîna koma dewletên Ewropa ya deryaya Spî de, nakokiyên di navbera Yûnanistan û Tirkiyê li rojhilatê deryaya Spî rojeva serek be.

Qibris: Divê Konseya Ewlehiyê rê li ber diziya Tirkiyê bigire

Girêdayî nakokiyên li deryaya Spî, wezîrê karê derve yê Rûsya Sergey Lavrov serdana Qibrisê kir.

Di hevdîtinê de wezîrê karê derve yê Qibrisê Nikos Christodoulides daxwaz ji konseya ewlehiyê kir ku rê nede Tirkiyê xêr û bêrên deryaya Spî bidize.

RÛSYA: Em ji bo navbeykariyê amade ne

Wezîrê karê derve Sergey Lavrov jî got ku ew ji bo navbeynkariya di navbera Qibris-Yûnanistanê û Tirkiyê de amade ne.

Back to top button