Cotyar Reşîd: Bêyî Kurdan li Rojhilata Navîn aştî pêknayê

Çavdêrê Siyasî yê Başûrê Kurdistanê Cotyar Reşîd:”Bêyî Kurdan li Rojhilata Navîn aştî pêknayê ew jî projeya Xwerêveberiya Demokratîk e wê li ser hizrê birêz Ocalan ava bibe.”

Cotyar Reşîd dibêje :

“Ji bo ev rewş derbas bibe divê her kes xizmeta Kurdistanê bike.

Niha herêm bi guhertina sîstema rêvebirinê re rûbirû ye .

Tekane proje, Xwerêveberiya Rojava ye .

Mixabin desthilatdarên Başûr ne di asta vê têgihiştinê dene û girîngî nadin vê projeyê.

Divê bikin mînakek ciwan û li parçeyên din yên Kurdistanê jî bê pêşxistin.

Niha sîstemek alternatîf ya me Kurdan heye, ew jî projeya Xwerêveberiya Demokratîk e.

Dikarin li hemû parçeyên din yên Kurdistanê li gorî rewşa wê pêkbînin û bibe mînakek ciwan ya rêvebirina Kurdî.

Dagirkerên Kurdistanê hewl didin gelê me bihelînin.

Divê dijmin vê baş bizane Kurd stûna bingehîn ya Rojhilata Navînîn û bê Kurdan aştî pêknayê”.

Back to top button