Şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Xalid Ziyad bi merasîmekê li navçeya Sirînê hat oxirkirin

Şêniyên navçeya Sirîn û bajarê Kobanê cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Xalid Ziyad Menle bi merasîmekê spartin axê.

Şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Xalid Ziyad Menle bi nasnav Ebû Mihemed dema êrişên artêşa Tirk yên li dijî gundewarê Minbicê dida şehîd bû.

Ji bo oxirkirina cenazeyê şehîd merasîmek li goristana şehîdan hat lidarxistin û bi sedan kes tevli merasîmê bûn.

Di merasîm de li ser navê Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Meclisa Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û anîn ziman ku saya şehîdan herêm ji terorê rizgar bû.

Piştre wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Di dawiyê de şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê cenazeyê şehîd di nava sloganan de spartin axê.

Back to top button