Ukrayna: Li Kirimê 2 keştiyên şer ên Rûsyayê hat xistin

Piştî êrîşên li ser Moskowê jî êrîşên Rûsya û Ukraynayê nesekînîn.
Ukrayna ragihand ku li ser bajarê Sîvastapol ê Nîvgirava Kirimê 2 keştiyên şer ên Rûsyayê xistine.
Rûsya jî doh êrîşên asmanî yên tund birin ser paytexta Ukraynayê Kîev û rojavayê herêma Livîvê.
Şaredarê Livîvê, Andriy Sadovy da zanîn ku nêzî 20 moşek û 7 balafirên bêmirov li heremê hatiye avêtin û tesîsên binêsaziya krîtîk hat armanckirin.

Ukrayna ragihand ku di êrîşa şeva borî de li ser bajarê Sîvastopolê yê li Nîvgirava Kirimê, 2 keştiyên şer ên Rûsyayê xistine.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandina Stratejîk a Hêzên Ukraynayê de wiha hat gotin:

“Hêzên Ukraynayê karîbûn 2 keştiyên şer, navendeke ragihandinê û hin deverên binesaziyê yên fîloya Behra Reş xistin.”

Ji aliyeke din ve waliyê Sîvastopolê Mikhail Razvozhayev ragihand ku, artêşa Rûsî zêdetirî 10 moşekên Ukraynayê xistine xwarê.

Walîtiyê got:

“Leşkerên me êrîşa mezin a li Sîvastopolê pûç kirin. Li gorî agahiyên destpêkê zêdeyî 10 moşek hatin xistin”

Rûsya li ser Kiev û Livivê yê Ukraynayê êrîşa hewayî pêk anî

Rûsyayê doh êrîşên asmanî yên tund birin ser paytexta Ukraynayê Kîev û rojavayê herêma Livîvê.

Şaredarê Kîevê Vîtalî Klîçko li ser hesabê xwe yê Telegramê daxuyanî da û wiha got:

“Li paytextê teqîn çêdibin. Pergalên parastina hewayî dixebitin. Ji stargehan dernekevin.”

Waliyê Herêma Lviv Maksim Kozitski anî ziman ku li navçeya Stryi (sîtrî) ya li başûrê bajarê Lvivê ku nêzî sînorê Polonyayê ye jî êrîş hatiye kirin.

Di raporên destpêkê de hat gotin, ti ziyanên canî çênebûne û “bi dehan” moşek li hewayê hatine rûxandin.

Balyoza Amerîkayê ya li Ukraynayê Bridget Brink jî balkişand li ser êrîşên zêde û wiha got:

“Rûsya bênavber êrîşên bi balafirên bêmirov û mûşekan, qanunên navneteweyî binpê dike û jiyana bi mîlyonan sîvîl dixe xeteriyê.”

Êrîşên bi balafirên bê mirov û moşekan

Şaredarê Lvivê, Andriy Sadovy da zanîn ku nêzî 20 moşek û 7 balafirên bêmirov li heremê hatiye avêtin û tesîsên binêsaziya krîtîk hat armanckirin.

Rûsyayê di daxuyaniyekê de ragihand ku moşekên ku ji aliyê Ukraynayê ve hatine avêtin li bajarê Sîvastopolê yê Kirimê ketine.

Waliyê Sîvastopolê yê Mikhail Razvozhayev anî ziman ku parçeyên roketan welatiyekî 65 salî kuşt û 4 kesên din jî birîndar kirin.

Rûsya bi moşekan êrîşî Ukraynayê kir

Back to top button