Li Kobanê cenazeyê şehîd Zagros hate oxirkirin

Îro li bajarê Kobanê merasîma oxirkirina şehîd hebû.
Şêniyên bajêr cenazeyê şervanê Hêzên Komandos li goristana şehîd Dicle spartin axê.
Li minbicê jî, sersaxî ji malbata şehîd Mihemed El-Casim re hate xwestin.

Xelkê bajarê kobanê ji bo oxirkirin cenazeyê şervanê Hêzên Komandos şehîd Zagiros li goristana şehîd Dicle kom bûn.

Şehîd Zagoros 18’ê Adara 2024’an dema erka xwe bi cih dianî şehîd bû.

Di merasîma oxirkirinê de, sersaxî ji malbata şehîd Zagiros re hat xwestin û weha hat gotin:

“Şehîd Zagros di oxira parastina gel û xaka xwe de heta kêliya dawiyê li hember dagirkerî û dijminan li ber xwe da.

Emê jî hata dawiyê xeta şehîdan bişopînin û tola wan hilînin.”

Dawiyê wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Minbic-Sersaxî ji malbata şehîd Mihemed El Casim re hat xwestin

Xelkê bajarê Minbicê jî malbata şervanê Meclisa Leşkerî ya Babê Mihemed El Casim bi tenê nehiştin.

Ji bo sersaxiyê bi sedan kes berê xwe dan bin kon.

Li vir jî li ser navê rêvebirê Meclisa leşkerî ya Babê, Remo El Ehmed sersaxî ji malbat, dost û hevalên şehîd re xwest û peyama tolhildana xwîna şehîda da.

Back to top button