Buroya Hiqûqê a Sedsalê derbarê tecrîda li ser Rêber Apo daxuyanî da

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzeriya Rêber Apo dike, derbarê tecrîda li Îmraliyê û agahî-negirtina 3 salan de daxuyanî da.
Buroyê eşkere kir ku Girava Îmraliyê li pişt perdeyeke veşeratî de tê hiştin û xwest tavilê tecrîd û rewşa agahî-negirtinê bê bidawîkirin.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî tecrîda li ser Rêber Apo ku 3 sale agahî jê nayê girtin daxuyaniyeke nivîskî weşand.

“3 sale em bi tu awayî nikarin agahiyê ji Îmraliyê bigirin”

Buroyê di daxuyaniyê de diyar kir 3 sal in bi tu awayî agahiyê ji Rêber Apo û her sê girtiyên din yên li Îmraliyê nagirin û tevî hemû serlêdanan jî destûra hevdîtinê nayê dayîn.

Bal hate kişandin li ser rewşa agahî-negirtinê û ev tişt hate gotin:

“Rewşa agahînegirtinê ku dewam dike tu bingeheke xwe ya qanûnî nîne.

Cezayên dîsîplînê ku weke sedema qedexekirina serdanên malbatan û parêzeran tên nîşandan, binpêkirina qanûnan e û sûc e.

Mafê nivîsîn û ragihandina bi telefonê jî nayê dayîn. Lê li gorî rêgezên Mandela, ne pêkane ku têkiliya bi cîhana derve re bi temamî were birîn.”

“Girava Îmraliyê li pişt perdeyeke veşartî de ye”

Buroyê diyar kir bi van kiryaran Girava Îmraliyê li pişt perdeyeke veşartî tê hiştin û wiha domand:

“3 Sale destûrê nadin ku malbat, parêzer û raya giştî agahiyekê ji Îmraliyê bigirin. Derbarê tenduristiya muwekîlên me de tu agahiyek li ber destê me tune ye.

Rewşa agahînegirtina mutleq ku di dîrokê de mînaka wê nîne, modela îşkenceyeke giran e.”

CPT rapora xwe ya derbarê serdana li Îmraliyê de eşkere nekir

Hate diyar kirin CPT ku Îlona 2022’an serdana Îmraliyê kir, hê jî têkildarî serdanê rapora xwe eşkere nekiriye û derbarê şertên girtin û tenduristiyê daxuyanî nedaye.

“Divê tecrîd û rewşa agahînegirtinê tavilê bê bidawîkirin”

Buroya Hiqûqê a Sedsalê diyar kir rejima tecrîda mutleq êrişî projeya civaka demokratîk, ekoloojîk û azadiya jinê ku Rêber Apo bi pêşxistiye dike.

“Bidawîkirina pergala tecrîdê ya li birêz Ocalan tê ferzkirin, wê ji bo avakirina demokrasiyê ya li Tirkiyê û Rojhilata Navîn bibe gaveke mezin.

Her ku tecrîda li Îmraliyê kûr dibe, di serî de pirsgirêka kurd, aloziyên piralî yên gelên Tirkiyê mezintir dibin.

Yekane rêya derketina ji vê rewşê rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan e.

Divê hemû mafên muwekîlên me, bi taybetî jî mafê hevdîtina bi parêzeran re bêyî ku bên sînorkirin demildest bên pêkanîn.

Rewşa agahînegirtinê ya 3 salan ku ji bo me parêzeran û piraniya civakê bûye sedema fikaran divê demildest were bidawîkirin.”

Back to top button