Di roja 171. de şerê li Xezayê didome

Şerê li Xezayê bi dijwarî dewam dike.
Li gelek deverên bajêr şer û êrişên giran qewimîn û hate ragihandin bi dehan kes mirin û birîndar bûn.
Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû careke din got, ew ê êrişî Refahê bikin.

Di roja 171’ê de li Xezayê şer û êrişên giran qewimîn.

Hat ragihandin hêzên Îsraîlê li dijî gelek herêmên Xezayê û derdora nexweşxaneya Şifa û Nexweşxaneya Emel êrişên dijwar pêk anîn.

Li Xezayê bi dehan kesên din mirin û birîndar bûn

Li gorî ragihandina Filistînê di êrişan de gelek kes mirin û birîndar bûn.

Hat diyar kirin tenê di bombebarana balafirên şer ya li dijî herêma Deyr El Belah de 18 kes hatin kuştin.

Her wiha hate ragihandin di êrişên ji duh sibê de heta îro yên li dijî herêma Refahê de zêdeyî 27 kes hatin kuştin.

Hêzên Îsraîlê jî bi hoparloran bang li Filistîniyan kirin ku Nexweşxaneya Şifa vala bikin.

Heyva Sor ya Filistînê jî ragihand ku pêwendiya wan bi xebatkarên li Nexweşxaneya Emel ku di bin dorpêça hêzên Îsraîlê de yere hatiye birîn.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin 72 roje li Xan Yunus xetên telefonê û Înternetê hatiye birîn.

Netanyahû: Em ê bikevin refahê û teqez bi serkevin

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû jî careke din dubare kir ku ew ê li dijî Refahê operasyona bejahî pêk bînin.

Netanyahû ku duh serdana navenda polîsan kir axivî û got,

“Em ê bikevin Refahê û teqez bi serkevin.”

Hemasê jî têkildarî şerê li Xezayê daxuyanî da.

Hemasê ragihand israra Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû ya destpêkirina êrişa li dijî Refahê, serî rakirina li dijî hemû hişyariyên navnetewî ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin,

“Netanyahû bi zêdekirina êrişên tunekirinê yên li dijî gelê me yê li Xezayê, ji bo bighêje armancên xwe yên siyasî olê bikartîne.”

“Îsraîl wê li hember berdana 40 dîlgirtiyên li Xezayê 700 Filistîniyan berde”

Li aliyê din hat ragihandin di encama danûstandinên li Dewha’yê ên di navbera Îsraîl û Hemasê de, Îsraîlê li hember berdana 40 girtiyên li Xezayê berdana 700 girtiyên Filistînî qebûl kiriye.

Li gorî nûçeya dezgehên ragihandinê yên Îsraîlê, hevdîtinên ku 18’ê Adarê li Dewha’yê di navbera aliyan de destpêkirin, di mijara berdana dîl girtiyan de lihevkirin pêk hatiye.

Guterres: Ji bo pêkanîna agirbestê di qada navnetewî de nêrîneke hevpar heye

Back to top button