Guterres: Ji bo pêkanîna agirbestê di qada navnetewî de nêrîneke hevpar heye

Di qada navnetewî de niqaşên li ser pêkanîna agirbestê ya ji bo şerê li Xezayê didome.
Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres serdana Urdin û Misirê kir banga pêkanîna agirbestê kir.
Li aliyê din tê payîn ku îro li Konseya Ewlekariyê ya NY pêşnûmeya ji bo agirbestê bikeve dengdanê.

Di qada navenetewî de niqaşên li ser pêkanîna agirbestê ya ji bo şerê li Xezayê dewam dikin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbuyî Antonio Guterres ku serdana Urdinê kir derbarê mijarê de civîna çapemeniyê lidarxist.

Guterres diyar kir li qada navnetewî derbarê pêkanîna agirbestê de nêrîneke hevpar ava buye û wiha got,

“Di mijara pêkanîna agirbestê de fikra hevpar ya navnetewî zêde buye.

Ez vê yekê li Amerîkayê jî û Yekîtiya Ewropayê jî dibînin. Helbest ez qala cîhana Misilman nakim.”

Guterres di civînê de diyar kir êrişeke bejahî ya ku li dijî Refahê bê kirin wê bibe sedema karesata mirovî.

Guterres û Sîsî li Qahireyê li ser rewşa Xezayê hevdîtin pêk anîn

Her wiha Sekreterê Giştî yê NY Guterres li Misrê bi Serokkomar Ebdulfetah El Sîsî re jî hevdîtin pêk anîn.

Hat ragihandin di hevdîtinê de li ser şerê li Xezayê, pêkanîna agirbestê û berdana girtiyan niqaş hatiye kirin.

Sîsî bal kişande li ser şerê li Xezayê û diyar kir divê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbuyî berpirsyariyên xwe yên li dijî şerê li Xezayê bi cih bîne.

Hate diyarkirin di civînê de aliyan operasyona li dijî Refahê jî red kirine.

Li Konseya Ewlekariyê ya NY wê pêşnûmeya agirbestê bikeve dengdanê

Li aliyê din hat ragihandin wê îro li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbuyî pêşnûmeya ji bo pêkanîna agirbestê ya di tevahiya meha remezanê de bikeve dengdanê.

Hat ragihandin ev pêşnûme-biryar ji aliyê 10 endamên Konseya Ewlekariyê ve hatiye pêşkêşkirin.

Her wiha Çîn, Rûsya û 22 welatên Ereb jî piştgiriya pêşnûmeyê dikin.

UNICEF’ê ji ber xelayê ya li xezayê hişyarî da

Tevî niqaşên li ser agirbestê rewşa birçîbûn û xelayê ya ji ber şerê li Xezayê jî di rojevê de ye.

Rêveberê Rêxistina Alîkariya ji bo Zarokan ya Neteweyên Yekbuyî-UNICEF’ê Catherine Russell ragihand ku li bakurê Xezayê xela li ber deriye û eşkere kir ku zarok ji ber birçîbûn û tîbûnê dimirin.

Catherine ku li ser hesabê X daxuyanî da û wiha got,

“Divê dezgehên ragihandinê xwe bighînin her dera Xezayê û alîkariyê bikin.

Li Xezayê jiyan û tenduristiya zarokan di xeteriyê de ye.”

Şerê li Xezayê 170 roj li pey xwe hişt

Back to top button